ROJHILATA NAVÎN
Hemû Nûçe
-
Konsolosxaneya DYE'yê careke din bû hedef
Konsolosxaneya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya li Bexdayê vê sibehê careke din bû hedef. -
Roja 19'emîn: Şer wê bandorê li her kesî bike
Şerê li Rojhilata Navîn kete roja 19'an. Îranê soza bersivda kuştina rayedarên xwe yên payebilind da. Îsraîlê jî êriş bir ser paytexta Lubnan Beyrûdê, herî kêm 6 kes mirin, 24 kes birîndar bûn. -
Tabûra Heşdî Şabû û Konsolosxaneya DYE'yê bûn hedef
Doh bi şev li navçeya Dubiz a Kerkûkê tabûra Heşdî Şabî hate bombekirin. Li Bexdayê jî Konsolosxaneya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bi drone û fuzeyan hate bombekirin. -
Li Îranê hezar û 444 kesan jiyana xwe ji dest dan
Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku di êrîşên DYA-Îsraîlê yên li ser welat de, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihiştiye hezar û 444’an. -
NY: Li rojavayê Şerîa zêdetirî 36 hezar Filistînî bi zorê hatine koçkirin
Neteweyên Yekbûyî bang li Îsraîlê kir ku demildest berfirehkirina wargehên li rojavayê Şerîa ya dagirkirî rawestîne. Li gorî NY’ê koçberkirina bi zorê ya zêdetirî 36 hezar Filistîniyan gihîştiye astek "bê mînak". -
NY hişyarî da: Şerê li Rojhilata Navîn dikare di birçîbûna gerdûnî de rekoreke nû bîne
Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP) ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve hişyarî da ku heke şerê li Rojhilata Navîn bidome, dibe ku bêewlehiya xwarinê ya gerdûnî bigihîje asteke rekorî a nû. -
Bombe li baregeha Heşdî Şebî ya li Bexdayê hate barandin
Bombe li baregeha Heşdî Şebî ya li paytexta Iraq Bexdayê hate barandin. -
NY: Li Îranê sivîl ji ber şer û zextê bedêlên giran didin
Lêkolînerên serbixwe yên girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kirin ku şer û pevçûnên dawîn ên li Rojhilata Navîn bi taybetî jî li Îranê rê li ber windakirinên sivîlan ên giran vedikin. -
Îsraîl: Alî Larîcanî û fermandarê Besîc Suleymanî hatin kuştin
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz ragihand ku di êrişên li ser Îranê de ji payebilindan Alî Larîcanî û fermandarê Besîc Gulamreza Suleymanî hatin kuştin. -
Îsraîlê Alî Larîcanî kir hedef
Li gorî çapemeniya Îsraîlê, Şêwirmendê Ewlekariya Bilind a Îranê Alî Larîcanî bû hedefa êrişeke Îsraîlê. -
Şerê DYE-Îsraîl û Îranê dirêj dibe, nediyarî kûr dibe
Şerê navbera Îsraîl-DYE û Îranê ji çareseriya dîplomatîk heya şerê navxweyî, rojeveke berfireh çêdike. Pispor destnîşan dikin ku ji ber saziyên olî û leşkerî yên bi kok ên Îranê guhertina rejîmê hêsan çênabe. -
Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê 21 sivîl hatin kuştin
Di êrişên Îsraîl û DYE'yê de yên li ser bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê 21 sivîl hatin kuştin, 31 jî birîndar bûn. Hate ragihandin ku êriş li ser 36 navendên leşkerî û navendeke enerjiyê ya nukleerê hate kirin. -
Li Îran û Lubnanê êrişên giran, li Kendavê teqîn
Şerê li Rojhilata Navîn di roja 18'an de hîn bêhtir belav bû. Îsraîlê êrişeke giran bir ser Îran û Lubnanê. Li welatên Kendavê jî teqînan rû dan. Êrişên li ser navendên enerjiyê bûn sedem ku buhayê petrolê zêde bibe. -
Berpirsê ewlehiyê yê Hîzbûllaha Iraqê hate kuştin
Hîzbûllaha Iraqê ragihand ku berpirsê wan ê ewlehiyê Ebu Alî Asker hate kuştin. -
Îranê 14 mûşekên balîstîk avêtin Qeterê
Wezareta Parastinê ya Îranê ragihand ku wan mûşek avêtine Qeterê. Wezareta Parastinê ya Qeterê diyar kir ku hemû balafirên bê mirov û ji 14 mûşekên balîstîk 13 jê hatine bêbandorkirin. -
Lubnan: Zêdetirî milyonek kes ji ber êrîşên Îsraîlê koçber bûn
Rayedarên Lubnanî ragihandin ku ji ber pevçûnên di navbera Îsraîl û Hizbullahê de ku du hefte berê dest pê kirin zêdetirî milyonek kes koçber bûne. -
Li Enbarê navenda Heşdî Şebî hat lêdan: 6 leşker jiyana xwe ji dest dan
Navenda Heşdî Şebî ya li navçeya Qaîm ya Enbarê hat bombebarankirin. Di encamê de 6 şervanên wan jiyana xwe ji dest dan û 4 jî birîndar bûn. -
Piştî Hurmizê gefa ‘Tengava Bab el-Mendeb’: Dikare ji krîza 1973’an biborîne
Hûsiyên li Yemenê, li dijî keştiyên ku diçin DYA û Îsraîlê gefa girtina Tengava Bab el-Mendeb xwarin. Ev derbasoka ku ji bo bazirganiya gerdûnî xwedî girîngiyeke krîtîk e heke bê girtin, dibe ku di bihayên petrol û kelûpelên xerckirinê de zêdebûneke giran -
Qada hewayî ya Iraqê wê 72 saetên din girtî bimîne
Rêveberiya Balafirgeha Sivîl a Iraqê (ICAA) diyar kir ku biryara girtina qada hewayî ji bo 72 saetên din hatiye dirêjkirin. -
Li gorî Bexda petrola Kerkûkê car din dikare derbasî Tirkiyeyê bibe
Wezîrê Petrolê yê Iraqê Heyan Ebdulxenî got, “Piştî girtina Tengava Hurmuzê, emê ji bo hinardekirina neftê ya ji bo Tirkiyeyê, rêya boriya Kerkûk-Tirkiyeyê bikar bînin.” -
Êrişa li ser baregeha Heşdî Şabî: 3 kes birîndar bûn
Li Mûsilê di êrişa li ser depoyên sotemeniyê yên Heşdî Şabî de 3 endamên Heşdî Şabî birîndar bûn. -
Berlînê bersiv da Trump: Ev ne şerê NATO’yê ye!
Hikûmeta Elmanyayê, bersiv da daxwaza Serokê DYE’yê Donald Trum ji bo piştgiriya hevalbendan bo Tengava Hurmizê û diyar kir ku tu têkiliyê şerê Îsraîl û DYE’yê ya li dijî Îranê bi NATO’yê re nîne. -
Baregeha Heşdî Şabî ya li Babilê hate bombekirin
Baregeha Heşdî Şabî ya li herêma Cerf Sexer a li wîlayeta Babilê hate bombekirin. 2 kesan jiyana xwe jid est dan, kesek jî birîndar bû. -
Li Lubnanê operasyona bejahî ya Îsraîlê, Îranê hişyarî da welatên kendavê
Artêşa Îsraîlê ragihand ku li dijî Hîzbûllahê li Başûrê Lubnanê dest bi "Operasyonên bejahî yên sînorkirî û bi hedef" kiriye. Îran, welatên Kendavê û Îsraîlê di atmosfera şerê giran de hişyarî dan hev. -
Êrîşî Balafirgeha Bexdayê û baregehên Heşdî Şebî hat kirin
Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê 6 caran rastî êrîşê hat û di heman demê de baregehên Heşdî Şebî yên nêzîkî sînorê Kerkukê ji aliyê balafirên şer ên DYE’yê ve hatin bombebarankirin.